Tûnûsê ji bo referandûma destûra bingehîn got: Erê
Li Tûnûsê ji bo ku rayeyên serokkomar were zêdekirin referandûmek hatibû kirin. Di referandûmê de dengê ‘Ere’ derket pêş.
Li Tûnûsê ji bo ku rayeyên serokkomar were zêdekirin referandûmek hatibû kirin. Di referandûmê de dengê ‘Ere’ derket pêş.
Li gorî midûrê enstîtiya Sîgma Conseîl ê ku ji AFP’ê re axiviye di referandûma roja Yekşemê de ji sedî 92’an dengê erê hatiye dayîn.
Ev qanûn wê gelek rayeyan bide Serokkomar Kaîd Saîd û wê ji pergala parlementeriyê ya ku ji sala 2014’an û vir ve di meriyetê de bû, were veqetandin.
Li gorî saziya hilbijartinê ji nav 9,3 milyon kesan 2,46 milyon kes çûne ser sindoqan. Rêjeya tevlêbûnê jî ji sedî 27,54 e.
Li Tûnûsê di salên dawîn de rêjeya tevlêbûna hilbijartinan sedî 40 derbas dikir. Di sala 2011’an de di hilbijartinên giştî de jî rêjeya tevlêbûnê ji sedî 52 bû.
Li gorî partiyên mûxalefetê wê bi referandûma destûra bingehîn re welat ber bi dîktatoriyê ve biçe.
Piştî referandûma serokkomariyê wê serokkomar karibe serokê hikumetê û wezîran peywirdar bike, bêyî destûra parlementoyê wê karibe van kesan ji kar bistîne. Di heman demê de wê serokkomar karibe dadgeran jî peywirdar bike.