Tûnûs û Lîbyayê ji bo koçberên li çolê asê bûne, li hev kir
Tûnûs û Lîbyayê, ji bo koçberên di navbeyna her du welatan de li cihekê xeternak asê bûne û gelek kesan ji wan jiyana xwe ji dest daye, li hev kir.
Tûnûs û Lîbyayê, ji bo koçberên di navbeyna her du welatan de li cihekê xeternak asê bûne û gelek kesan ji wan jiyana xwe ji dest daye, li hev kir.
Rayedarên Tûnûsî ragihand ku wan ji bo parkirina li hev a koçberên li nêzê deriyê sînor ê Ras Cedir asê bûne, bi Lîbyayê re li hev kiriye.
Erkdarên alîkariya mirovî ku agahî da AFP’ê, diyar kir ku nêzîkê 300 kesên çend rojên dawîn ji Efrîkaya bin Sehrayê hatine, li herêma tampon a Ras Cedirê li cihekê pir xeternak ê li qeraxê behrê asê bûne.
Rayedarê hikûmeta Tûnûsê Faker Bouzghaya daxuyanî da AFP’ê, got: ‘’Tûnûs wê berpirsyariya komeke ji 76 mêr, 42 jin û 8 zarokan pêkhatî bigire ser xwe.’’
Wezareta Karên Hundirîn a Lîbyayê jî da zanîn ku ji bo çareserkirina krîza koçberên li herêma sînor asê bûn, wan û Tûnûsê li hev kiriye.
Li gor peymanê, wê Lîbya berpirsyariya nêzîkê 150 – 200 koçberên bigire ser xwe.
Bouzghaya, her wiha da xuyakirin ku komek bi tevlêbûna Heyva Sor a Tûnûsê roja Çarşemê neqlê navendên qebûlkirinê yên li Tatavîn û Medenînê hatine kirin.