Tûnûs amadekariya hilbijartinan dike
Li Tûnûsê wê di 6’ê Gulanê de hilbijartinên xwecihî pêk werin û cara destpêkê ye ku di lîsteyan de wekheviya namzetiyê ya jin-zilam nêz dibe, temenê namzetên di lîsteyan de zêdetirî dibin 35 salî re ye.
Li Tûnûsê wê di 6’ê Gulanê de hilbijartinên xwecihî pêk werin û cara destpêkê ye ku di lîsteyan de wekheviya namzetiyê ya jin-zilam nêz dibe, temenê namzetên di lîsteyan de zêdetirî dibin 35 salî re ye.
Li aliyê din li gorî lîsteyên berê rêjeya namzetiya jinan gelek zêde ye.
Gelê Tûnûsê wê 6’ê Gulanê ji bo diyarkirina rêveberiyên şaredariyên li welat wê biçin ser sindoqan. Bi şaredariyên nû yên hatî avakirin re li 350 cihan wê hilbijartinên xwecihî pêk werin û rêjeya jinan a di lîsteyan de, dî dîrokê de gihişt rêjeya herî bilind.
Di meha Hezîrana 2016’an de bi derxistina yasaya ku di lîsteyan de dihat xwestin nîvê namzetan jin û zilam be. Di hilbijartinên 2014’an de rêjeya jinan a di lîsteyê de 13 jî sedî bû, di hilbijartinên 6’ê Gulana 2018’an de 30 jî sedî jin di lîsteya rêza yekem de cih digrin.
Li aliyê din weke berwarî rêjeya namzetiya jinan gihişt 49 ji sedî. Herî dawî di hilbijartinên 2014’an de rêjeya namzetiya jinan 47 ji sedî bû.
Di hilbijartinên 6’ê Gulanê de tê hedefkirin ku namzetên ciwan û nûnertiyên kêm endaman jî zêde bibin. Li gorî yasayê di her lîsteyê de divê kesek astengbûyî û 3 ciwanên temenê wan dibin 35 sal re hebin.
Di lîsteya hilbijartinê de jî rêjeya namzetên dibn 35 salî re 52 ji sedî ye û cara destpêkê ye wiha bîlinde. Li aliyê din di rêza destpêkê ya 18 lîsteyan de 5 jin û namzetên zilam tê dîtin.