Tûgayên Hîzbûllahê gef li serokkomarê Iraqê Salih xwar
Tûgayên Hîzbûllahê yên ku Îran piştgiriyê dide wan, gef li serokkomarê Iraqê Salih xwar û xwest bila ew bi Serokê DYE’yê Donald Trûmp re rûnenê.
Tûgayên Hîzbûllahê yên ku Îran piştgiriyê dide wan, gef li serokkomarê Iraqê Salih xwar û xwest bila ew bi Serokê DYE’yê Donald Trûmp re rûnenê.
DYE’yê di 3’ê Çileyê de li Bexdayê generalê ji Îranê Qasim Suleymanî û yek ji berpirsê Haşdî Şabî kuştibû. Komên nêzî Haşdî Şabî gef li serokkomarê Iraqê xwarin, krîz kûrtir kirin.
‘BI TRÛMP RE RÛNENÊ’
Berpirsê Ewlekariyê yê Tûgayên Hîzbûllahê (Ketaîb Hîzbûllah) Ebû Alî Askerî gef li Serokkomarê Iraqê Berhem Salih xwar ku bila ew bi Serokê DYE’yê Donald Trûmp re rûnenê. Askerî li ser twîtterê gef li Salih xwar û got heke ew bi Trûmp re rûnê divê ji Bexdayê were qewirandin.
Li gorî pisporan krîz hatiye asta ku berpirsekî leşkerî gefê li serokkomar dixwin û balê dikşînin ser vî tiştî ku ev gef ji aliyê Îranê tê kirin.
Di 5’ê Çileyê de parlementoya Iraqê biryar dabû ku divê hêzên biyan ji Iraqê derkevin. Lê Tirkiye, DYE û Hêzên Koalîsyonê diyar kirin ku ew ê dernekevin. Komên Şîî yên li Iraqê dixwazin hemû hêzên biyan ên li Iraqê derkevin.
Serokê Tevgera Sadrê Mukteda es-Sadr li hemberî baregehên leşkerî yên DYE bangî gel kir ku bila bi milyonan dakevin qadan. Sadr li ser twîtterê got ku “Xwepêşandanan li dar bixîn, bi pêş ve biçin, li welatê min cih ji biyanan re tune.”
Tê payîn ku di 24’ê Çileyê de roja Înê li dijî hêzên biyan ê li Iraqê xwepêşandanên mezin were lidarxistin.