Trûmp zextan li NATO’yê dike

Serokê DYA’yê Donald Trûmp gef xwar ku heke hevkarên wan ên li NATO’yê lêçûnên xwe yên leşkerî zêde nekin ew ê ji tifaqa Atlantîkê derkevin.

Li gorî agahiyên civîna NATO’yê ya li Brukselê Trûmp li hemberî hevkarên xwe yên li NATO’yê gotinên tund kiriye. Trûmp ji endamên tifaqê xwest ku bila 2 ji sedê dahata xwe ya neteweyî ji bo lêçûnên xwe yên parastinê bi kar bînin. Serokê DYA’yê roja Çarşemê diyar kiribû ku divê lêçûnên parastinê yên welat bibe 4 ji sedê dahata neteweyî.

BERÊ GEF XWAR PIŞTRE BAWERIYA XWE BI NATOYÊ ANÎ

Li gorî RTL înfoyê Trûmp vê carê gef xwariye û diyar kiriye ku ew amade ye ji NATO’yê derkeve. Lê Trûmp piştre di civîneke çapemeniyê de diyar kiriye ku ew ji NATO’yê bawer e û di warê fînansmana tifaqê de pêşveçûnên mezin pêk hatiye.

ELMANYA DI HEDEFA TRÛMP DE YE

Serokê DYA’yê vê hefteyê rexneyên xwe yên li dijî Elmanyayê jî domandiye. Trûmp ji Berlînê xwestiye ku bila lêçûnên xwe yên parastinê zêdetir bike. Trûmp li ser hesabê xwe yê twîtterê got ku, “Elmanya ya ku dixwaze xwe biparêze, ji bo pêdiviya enerjiya ku ji xeta gazê ya Rûsyayê tê, bi milyaran dolar daye. Ev tişt nayê qebûlkirin.” Trûmp roja Çarşemê jî gotibû ku Elmanya bûye ‘dîlê Rûsyayê’ û ‘Ketiye bin kontrola Rûsyayê’

CIVÎNA LEZGÎN A DI NAVA CIVÎNA GIŞTÎ DE

Dema ku civîna giştî li dar diket, li ser banga Trûmp Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jen Stoltenberg 29 endamên tifaqê ji bo lêçûnên leşkerî vexwend civînê. Civîn roja Pêncşemê di saet 12.00’an de bi dawî bû û civîna giştî jî bi awayê normal domiya. Li gorî medyaya Belçîkayê RTBF’ê Elmanya di serî de Trûmp gelek welat kiriye hedef. Trûmp bi zimanekî tund axiviye û Belçîka û Îspanya jî rexne kiriye.