Trûmp wê plana Filistîn-Îsraîlê eşkere bike

Serokê DYE'yê Donald Trûmp soz da ku wê plana xwe ya li ser pirsgirêka Filistîn û Îsraîlê roja Sêşemê eşkere bike.

Serokê DYE'yê Donald Trûmp ji bo 'plana aştiyê' ya li Rojhilata Navîn di dawiya dawî de demeke diyar kir. Trûmp got, "Projeyeke mezin e" û anî ziman ku wê planê roja Sêşemê eşkere bike. Ev daxuyanî beriya serdana Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû ya li Washîngtonê hate dayin.

Trûmp di balafirê de bersiv da pirsên rojnamevanan û îdîa kir ku "Planeke ku bi rastî jî dikare pêk were."

Trûmp ku milyarderekî Emerîkayê ye, diyar kir ku Filistînî wê destpêkê bi rengekî neyînî li ber rabin, lê belê proje wê bi kêrî wan jî bê.

Filistînî ji bo hevdîtina li Qesra Spî nehate vexwendin. Lê belê hevrikê Netanyahû Benny Gantz hate vexwendin.

Li gorî nûçeyên AFP û Reûtersê, Trûmp dixwaze nîşan bide ku ew piştgiriyê nade ti namzetekî hilbijartinên Îsraîlê. Lê belê çavdêrên siyasî anî ziman ku vexwendiya Trûmp ji bo piştgiriya bi namzetê rastgir Netanyahû ye.

Trûmp ji bo amadekirina planek li ser pirsgirêka Îsraîl û Filistînê zavayê xwe û şêwirendê xwe yê payebilind Jared Kûshner wezîfedar kiribû. Li ser vê planê sê sal in kar tê kirin. Eşkerekirina vê plana ku bi rengekî nepen hate amadekirin gelek caran hate taloqkirin. Ji bo Filistiniyan plan ji niha ve miriye. Rayedarên Filistînî roja Pêncşemê diyar kirin ku ew planê red dikin.