Trûmp wê 'gelek tişt'ên Obama biguherîne

Donald Trûmp ku wê di 20'ê Çileyê de bi rengekî fermî wezîfeya serokatiya DYA dewr bigire, wê gelek pêkanînên Obama xistiye meriyetê, betal bike.

Berdevkê endamê Partiya Komarger Donald Trûmp Sean Spîcer ji televîzyona ABC re axivî û anî ziman serokê nû plan dike ku bi destpêkirina wezîfeyê re 'gelek tiştên mezin' biguherîne.

Spîcer da xuyakirin, ku Trûmp plan dike, gelek biryarên ji aliyê Barack Obama ve hatine girtin bi biryarnameyên serokatiyê re betal bike û diyar kir, di nava van de gelek rêvebername û guhertinên ku weke 'qelskirina mezinbûna aboriyê' sûcdar dike, hene.

Spîcer ragihand, 'gelek tiştên mezin' ên serdema Obama hene ku ku Donald Trûmp dixwaze biguherîne û da zanîn, di biryarên danekirinê yên dijî Rûsya de 'pirsgirêk' hene. Spîecer brîfîngên rêxistinên îstîxbaratê di nava vê hefteyê de dane Trûmp bibîr xist.