Trûmp û Pûtîn wê li Vîetnamê li hev rûnên

Hat ragihandin, Serokê DYA Donald Trûmp wê sibe li Vîetnamê bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re rûnê.

Serokê DYA Donald Trûmp ku dest bi tûra Asyayê kiriye, hat ragihandin ku wê sibe li Vîetnamê bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re rûnê. Alîkarê Serokdewletê Rûsyayê Yûrî Ûşakov li ser mijarê bersiv da pirsên rojnamevanan û got, "Niha li ser hevdîtinê tê axaftin, hevdîtin wê di 10'ê Mijdarê de bê kirin."

Ûşakov beriya niha dabû xuyakirin ku hevdîtin wê di çarçoveya Hevkariya Aborî ya Asya Pasîfîk (APEC) de li Vîetnamê bê kirin û bi giranî rewşa Sûriye, Nîvgirava Koreyê û têkiliyên du alî bên nirxandin.

Ev yek wê bibe hevdîtina duyemîn ku Trûmp û Pûtîn li hev rûdinên. Beriya niha di civîna bilind a G-20'an de li Elmanyayê li hev rûniştibûn.