Trûmp rexne li Fransayê kir
Serokê DYA'yê Donald Trûmp li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi zimanekî tund rexne li Emmanuel Macron anî.
Serokê DYA'yê Donald Trûmp li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi zimanekî tund rexne li Emmanuel Macron anî.
Serokê DYA'yê Donald Trûmp ku 11'ê Mijdarê li Fransayê tevlî merasîma salvegerê ya bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Pêşî bûyî, piştî ku vegeriya welatê xwe bi tweetan rexneyên hişk li Macron anî.
Trûmp ku dawiya heftiyê ji Macron re gotî, ''dostekî qenc'' pêşî fikra avakirina artêşa Ewropayê kire hedefa xwe. Macron heftiya bihurî pêşniyar kiribû ku artêşa Ewropayê were avakirin.
HEKE DYA NEHATA LI PARÎSÊ WÊ HÎNÎ ELMANÎ HÎN BIBÛNA
Trûmp li ser vê mijarê got, ''Emmanuel Macron pêşniyar da ku ji bo ku Ewropa ji DYA'yê, Çînê û Rûsyayê were parastin artêşa xwe ava bikin. Lê dema Şerê Cîhanê yê 1. û 2. pirsgirêk Elmanya bû. Ji bo Fransa encam çi bûn? Beriya ku DYA were li Parîsê hewl didan ku Elmanî hîn bibin. Ji bo NATO te divê pereyan bide te divê nede.''
Emmanuel Macron suggests building its own army to protect Europe against the U.S., China and Russia. But it was Germany in World Wars One & Two - How did that work out for France? They were starting to learn German in Paris before the U.S. came along. Pay for NATO or not!
— Donald J. Trump (@realDonaldTrump) November 13, 2018
Trûmp piştre baca gumrikê ya li ser şeraba Amerîkayê rexne kir, got ev 'neheq' e û diyar kir Macron li welatê xwe ne populer e. Trûmp her wiha got, ''Ti welat bi qasî Fransayê ne netewegir e''.