Trump Rex Tillerson ji peywirê girt, şefê CIA li cihê wî danî

Serokê DYA Donald Trump, Wezîrê Karê Derve Rex Tillerson ji peywirê girt û li cihê wî dîrektorê CIA’yê Mike Pompeo wezîfedar kir.

Dihate gotin ku di navbera Serokê DYA Donald Trump û Wezîrê Karê Derve Rex Tillerson de alozî hene. Lê belê gelek caran ev li derewê dihate qelibandin. Trump li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand ku Rex Tillerson ji peywirê girtiye û li cihê wî dîrektorê CIA’yê Mike Pompeo wezîfedar kiriye.

Trump ji bo CIA’yê jî Gina Haspel wezîfedar kir. Cara destpêkê ye ku jinek ji bo vî karê tê wezîfedar kirin.

Serokê Dewletê Trump bi vê daxuyaniyê got ku wê Mike Pompeo ‘xebatekî baş’ birêve bibe.