Trûmp niha jî dixwaze bi Îranê re hevdîtinê bike

Serokê DYA'yê Donald Trûmp ku timî mesajên tund dide Îranê, niha jî ragihand ku ew amade ye 'bê şert' bi Îranê re hevdîtinê bike.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trûmp diyar kir ku 'eger daxwaz bê kirin' ew dikare bê şert bi rêveberiya Îranê re hevdîtinê bike.

Trûmp da xuyakirin ku Îran di nava pêvajoyeke giran de ye û pê bawer e ku hevdîtin wê ji bo çareseriya pirsgirêkan 'kêrhatî' be.

Trûmp Peyman Nukleerî ya bi Îranê re sala 2015'an hate mohrkirin bi bîr xist û jinûve ferzkirina pêkanînên aboriyê yên beriya niha hatibûn rakirin, nirxand. Trûmp îdîa kir ku peymanên beriya niha bi Îranê re hatin kirin 'bêwate' ne.

Donald Trûmp ji bo rêveberên Îranê ku bi mehan e bi rengekî aborî zextê li wan dike, got ku hêvîdar e ew jî alîgirê hevdîtinê bin.