Trûmp kete ber lêpirsînê

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trûmp, bi îdîaya 'pêşî li edaletê girtiye' kete ber lêpirsînê.

Li gorî nûçeya rojnameya Washîngton Postê, Robert Muller ê ku ji bo lêpirsîna li destwerdana Rûsya ya li hilbijartinên DYA hate wezîfedarkirin, bi gumana ku Trûmp pêşî li edaletê girtiye, xist ber lêpirsînê.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, sê rayedarên payebilind ên îstîxbaratê qebûl kirine ku îfadeyê bidin Muller. Hat ragihadin, ev rayedarên navborî Dîrektorê Îstîxbarata Neteweyî Danîel Coats, Dîrektorê NSA Mîke Rogers û alîkarê wî ye.

Parêzerê Trûmp, têkildarî mijarê, agahiyên ku FBI'yê gihandiye ber destê rojnameyê weke rewşeke 'rezîl' bi nav kir.