Trûmp ji bo cara dawî pêkirinên li ser Îranê rawestand

Serokdewletê DYA’yê Donald Trûmp diyar kir ku ji bo cara dawî pêkirinên aborî yên li ser Îranê rawestand.

Biryara Serokê DYA’yê Donald Trûmp ku her kes li bendê bû erênî bû. Li ser amborgoya aborî ya Îranê ya bi çarçoweya Peymana Nukleerê ya 2015’an diviya Trûmp îro biryar bida.

Berovajî ya ku dihate payin Trûp ragihand ku ‘ji bo cara dawî’ pêkirinên aborî yên Îranê radiwestîne. Li gorî daxuyaniya Qesra Spî Trûmp bi vê biryarê ji bo ‘xalên hişk’ ên li ser peymana nukleerê dem daye Yekîtiya Ewropayê (YE)

DYA dixwaze ku heta biryareke dî divê YE bi Îranê re peymaneke dî deyne û xalên ku têr nabîne bijdîne û Îranê tevlî peymana pêvek neke.

Trûmp piştî 3 mehan divê biryarê li ser erêkirinê an jî neyênîkirinê bide. Lê li gel vê jî Wezareta Xezîneyê ya DYA’yê diyar kir li ser 14 şexs û saziyên Îranî biryar standine. Hate gotin ev şex û sazî bi binpêkirina mafê mirovan a Îranê û bi bernameya moşekên balîstîk re, ku nîqaş li ser wan heye, têkildar in.