Trûmp: Ez hîs dikim ku Îran di nêz de biaxive

Serokê DYA’yê Donald Trûmp got ew hîs dike ku rêveberên Îranî di demeke nêz de qebûl bikin ku bi rayedarên Amerîkî re rûnin.

Serokê DYA’yê Donald Trûmp li Tampa ya Florîdayê roja Sêşemê daxuyanî da û bi bîr xist ku Washîngto ji peymana nukleerê ya ku 2015’an bi Îranê re hatibû dayin vekişiyaye.


Trûmp got, ‘’Hêvî dikim ku ji bo Îranê wê baş bibe. Vê pêlê gelek tengavî ne. Ez hîs dikim ku di nêz de bi me re rûnin. Belkî jî na, lê ev baştir e.’’


Serokê DYA’yê yê milyardar li gel dijberiya xwe ya li bara rejîma îranê jî Duşemê bi asta herî bilind, bê şert û merc derî li danûstandinan vekir. Rêveberiya Îranê bi guman liv ê bangê nerî.


Rêveberên sereke yên Îranê roja Sêşemê her çendî xwestin ku bersivê nedin vê pêşniyarê jî, li çarçoweya polîtîka a Îranê helwest bi giştî neyênî bûn. Serokê Parlamentoyê Elî Muhatar ji ajansa nûçeyan a Fars re axivî û got, nîqaşa bi Trûmp re ‘kêmbûn’ek e.


Wezîrê Karê Navxwe Abduleza Rahmanî Fazlî jî got, ‘’Mirov bi Amerîka ewle nabe. Piştî ku bi rengekî yekalî û qureti ji peymanê vekişiya mirov çawa dikare pê bawer be?’’


Yek ji şêwirmendê Serokkomar Hesen Rûhanî Hamîd Ebûtalebî jî di ser hesabê xwe yê Twîtterê re got hevdîtinên bi DYA’yê re divê ‘bi hurmetgirtina gelê mezin ê Îranê re, bi kêmkirina dijminatiyan û vegera li peymana nukleerê’ dest pê bike.