Trûmp diyar kir ku têkiliyên bi Rûsyayê re di xala herî xeternak de ye

Serokê DYA’yê Donald Trûmp, ji ber pêkanînên aboriyê yên li hember welat ku duh erê kiribû û bibû sedema nerazîbûnên tûj ên Rûsyayê, Kongre sûcdar kir.

Pêşnûmeya ku mafê pêkanînê ji bo kargehên enerjiyê yên Rûs û hemû kargehên din ên ku li gel wan kar bikin radestî Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) kiribû, hatibû dengdan û ji aliyê Trûmp ve jî hatibû erêkirin.

Trûmp ê ku têkildarî zagona pêkanînê ya ku Rûsya weke ‘Îlana şer a aboriyê’ bi nav kir û nerazîbûnên tûj nîşan da, ji zagonê Kongreya DYA’yê sûcdar nîşan da.

Trûmp ê li ser Twîtterê nivîsand wiha got: “Têkiliyên em yên bi Rûsyayê re di xela herî xeternak a dîrokên borî ne hatî jiyan de ye.” Trûmp got: “Spasiya kesên di kongreyê de dikin ku heta niha zagonekî ya sîgortayê ya bi tendurist pêk ne aniye”, diyar kir ku berpirsyartî ne li ser milê wî ye.

Di vê pêvajoyê de, îdîayên ku Rûsya ji bo serkeftina Donald Trûmp mudaxeleyî hilbijartinê kiriye li hole ye, anîza zagona pêkanînê, ji ber mudaxelekirina hilbijartinê tê armackirin ku Rûsyayê ceza bike. Trûmp ji ber ku wê ev zagon di nava welat de rê li ber nerazîbûnên tûj vekiribûna, erê kiriye.