Trûmp dilê rêveberiya May xweş nekir

Serokê DYA Donald Trûmp di serdana Londonê de got, wê bi Yekîtiya Ewropayê re bixebite.

Serokê DYA Trûmp roja Pêncşemê serdana Îngilîstanê kir. Di dema serdanê de li ser plana Theresa May a piştî Brexîtê li ser bazirganiya bi Yekîtiya Ewropayê re peyamên ne bi dilê Îngilîstanê da.

Trûmp got, "Eger peymaneke bi vî rengî bike, li şûna Qraliyeta Yekbûyî em ê Yekîtiya Ewropayê tercîh bikin."

Trûmp diyar kir ku bi vê yekê re dibe ku peymana bi DYA re 'bê kuştin'. Hikumeta Îngilîz jî li bendê ye ku piştî derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê bi Washîngtonê re peymana bazirganiya serbest bike, sûdê ji serdana Trûmp werbigire.

Trûmp di dewama axaftina xwe de Theresa May jî rexne kir ku di mijara derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê de guh nedaye nêrînên wî û got, "Ez bûma, min ê tiştekî cuda bikira. Min ji Theresa re got bê divê çawa bê kirin. Lê belê guh neda min."

Li gorî plana Theresa May a piştî derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê, Îngilîstan dixwaze bi 27 endamên Yekîtiya Ewropayê re têkiliyên xwe yên bazirganiyê bidomîne û "qadeke nû ya bazara serbest" biafirîne.