Trûmp çima pêşî diçe Erebîstanê?
Serokê DYE’yê Donald Trûmp di nav welatan de pêşî diçe monarşiya petrolê Erebîstana Siûdî. Trûmp Şemiyê, berê sibehê çû Erebîstan Siûdî, paytext Riyadê.
Serokê DYE’yê Donald Trûmp di nav welatan de pêşî diçe monarşiya petrolê Erebîstana Siûdî. Trûmp Şemiyê, berê sibehê çû Erebîstan Siûdî, paytext Riyadê.
Tê payin ku Trûmp piştî nîvro bi rêveberên Kralîyeta Siûd re rûne. Tê diyarkirin ku roja Yekşemê jî wê li pêş rêveberên 50 welatên Ereb-Misilman li ser Îslamê biaxive.
Di dema Barack Obama de têkiliyên DYE û Siûdî ne baş bûbûn, tê diyarkirin ku bi vê serdana xwe Trûmp wê peyamên girîng bide Erebîstana Siûdî. Her wiha tê payin ku Serokwezîrê IsraÎlê Benyamîn Netanyahû û Serokkomarê Cezayirê Ebdulezîz Buteflîka jî tevlî vê serdena li Riyadê bibin.
Serokê beriya niha yê DYE’yê Obama 2009’an serdena xwe ya pêşî li Kanadayê kiribû. 2017’an Serokdewletê nû ji okyanûsan derbas bû û devereke dî tercîh kir. Ev hem cihêtiya cografîk û hem jî ya îdeolojîk nîşan dide.
ÇIMA EREBÎSTANA SIÛDÎ?
Tê gotin sê armancên sereke yên vê serdanê hene. Ya pêşî ew e ku tê xwestin têkiliyên DYE û Kralîyeta Siûdî dîsa nerm bikin. Siûdî dixwazin li dijî Sûriyê operasyona leşkerî wre kirin. Rêveberiya Obama ev qebûl nekiribû. Mijare sereke ya ku Siûdiyan tengezar dike ew e ku peymana nukleerî a di navbera DYE û Îranê de ye ku di dema Obama de hate danîn.
Çavdêrên siyasî diyar dikin Trûmp Kralîyeta Siûdî ji hêla ewlehiyê û rameziniyê ve hevkarê xwe yê dibîne. Her wiha tê gotin Trûmp dixwaze li Rojhilata Navîn, ku di navenda şer de ye, dixwaze pozîyona lîdertiyê bide Kralîyeta Siûdî.
Sedema sêyan a vê serdanê ‘dijminê hevpar’ Îran xuya dike. Trûmp peymana nukleerî ya 2015’an ku bi Îranê re hatî kirin red dike. Erebîstana Siûdî jî wiha difikire. Rêveberiya Trûmp her wiha Îranê kana sereke ya kêşeyên Rojhilata Navîn dibîne.
Tê payin ku Trûmp dest li ser pirsa Israîl û Filîstînê jî deyne. Tê gotin Trûmp piştî serdana Siûdî wê biçe Israîlê, piştre bi vexwendina Mahmût Ebbas diçe xaka Filîstînê ya di bin dagirkeriya Israîlê de û piştre jî biçe Vatîkanê.