Trump: Danûstandinên bi Koreya Bakur re wê ji nû ve dest pê bikin
Serokê DYE'yê Donald Trump derbasî nava sînorê Koreya Bakur bû û bi Kim Jong-Un re hevdîtin kir. Trump diyar kir ku danûstandinên bi Koreya Bakur re wê ji nû ve dest pê bikin.
Serokê DYE'yê Donald Trump derbasî nava sînorê Koreya Bakur bû û bi Kim Jong-Un re hevdîtin kir. Trump diyar kir ku danûstandinên bi Koreya Bakur re wê ji nû ve dest pê bikin.
Serokê DYE'yê Donald Trump bi peyatî sînorê Koreya Bakur ê li herêma bêçek a navbera her du Koreyan derbas bû.
Serokekî Emerîkayê cara yekemîn çû nava Koreya Bakur. Her du lîderan demeke dirêj bi destê hev girtin û wêne kişandin.
Lîderê Koreya Bakur li aliyê din ê sînor silav da Serokkomarê Koreya Başûr Moon.
Trumpm got, "Ji bo dinyayê rojeke mezin e" û diyar kir, "Tê wê wateyê ku em dixwazin dawî li rabirdûya nexêr bînin û paşerojeke nû biafirînin."
Trump lîderê Koreya Bakur vexwend Qesra Spî. Kim Jon-Un jî anî ziman, ku ew dixwazin ji bo paşerojeke nû bi Trump re bixebite.
Trump ji çapemeniyê re axivî û diyar kir, der barê bernameya nukleerî de wê di nava du yan jî sê hefteyan de danûstandin di navbera her du welatan de dest pê bike.