Trump çû Koreya Bakur

Serokê DYE'yê Donald Trump serdana Koreya Bakur kir.

Cara pêşî ye ku Emerîkayek pê li xaka Koreya Bakur dike.

Serokê DYE'yê Trump Yekşemê dema hevdîtina lîderê Koreya Bakur Kîm Jong-un bi peyatî sînor derbas kir.

Du lîderan bi domdirejî destê wan di hev de ma û wêneyên wan hatin girtin. Dema hevdîtinê Kîm Jong-un slav da lîderê Koreya Başûr.

Trûmp got, ''Ji bo cîhanê rojeke mezin e''. Trump wiha lê zêde kir: ''Ev tê maneya ku em dawî li rabirduyeke bêqidoş bînin û dahatuyeke nû ava bikin.''

27'ê Hezîranê dîplomatekî payebilind ê ji Koreya Bakur ji DYE'yê xwetibû ku ji bo derketina ji nukleerê nîqaşan ji nû ve bide destpêkirin, stratejiyeke nû diyar bike.

Trump û Jong-un 12'ê Hezîrana 2018'an li Sîngapûrê jî hatibûn cem hev. Piştre dawiya Sibatê li Hanoî hev dîtibûn. Lê hevdîtina duyan ne baş çûbû. Washîngtonê xwestibû ku Komara Gel a Koreya  Bakur bi temamî ji nukleerê were paqijkirin,  rêveberiya Pyongyangê ku ji bo ewlehiya xwe doza mîsogeriyê kirî, pêşî xwestibû ku ambargoya li ser were sivikirin.