Trump: Bi Rohanî re wê niha hevdîtin neyê kirin

Serokê DYE'yê Donald Trump diyar kir ku bi Serokomarê Îranê re wê niha hevdîtinek neyê kirin. Rohanî bi wesîleya civînên Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorkê ye.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump der barê hevdîtina bi Serokkomarê Îranê Hasan Rohanî re got, "Ez tiştekî red nakim." Trump bi vê gotinê xwest nîşan bide ku ew ji hevdîtineke bi Rohanî re amade ye, lê belê niha plana hevdîtineke wiha nehatiye kirin.

Trump got, "Niha em tiştekî bi vî rengî nabînin" û diyar kir, der barê hevdîtinek bi Rohanî re hî biryarek nehatiye wergirtin.

Li aliyê din Serokkomarê Îranê Hasan Rohanî ku li New Yorkê ye li qedexeya ger û geştê ya Wezareta Karên Derve ya DYE'yê rû bi rû ma. Rohanî ku doh hate New Yorkê ji Manhattanê ku avahiya NY lê ye, tenê karîbû biçe otela xwe.