Trûmp: Çîn û Rûsya dixwaze ziyanê bide ewlekariya DYA’yê

Serokê DYA’ê Donald Trûmp, anî ziman ku Rûsya û Çîn bi welatên wan re di nava rikberiyê de ye û diyar kir ku dixwazin ziyanê bide ewlehî û aramiya welat.

Li gorî daxuyaniyek ji Qesra Spî hate kirin, beriya axaftina Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amarîkayê (DYA) a li ser stratejiya ewlekariyê Rûsya û Çîn hate sûcdarkirin.

Di daxuyaniya Trûmp de, bal kişand ser her du welat bi hêza DYA’yê re di nava rikaberiyê de ye, îdîda kir ku dixwazin ewlehî û aramiya welat têki bibin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Rûsya û Çîn dixwazin qada aborî hê kêmtir lîberal û hê zêdetir bê ewle bike, destnîşan kir ku dixwazin hêzên xwe yên leşkerî mezin bikin. Di daxuyaniyê de bibîr xist ku her du welat dixwazin gelên xwe bi çewsînin û îdîa kir ku bi vî awayî dixwazin bandora xwe zêdetir bikin.

Trûmp di axaftina xwe de diyar kir ku stratejiya ewlekariya netew ya nû ku eşkere bikin wê encama xebata bi mehan a bi şêwirmendên xwe re pêk anî û şûnde derketiye holê.

Ji ber îdîayên mudaxeleya Ûkranya û Gurcîstan a di navbera DYA û Rûsya yê de, ji ber zêdebûna heyîna leşkerî ya Behra Başûrê Çînê li gel Çînê li himberî hev daxuyaniyên tuj dabûn.