Trajediya koçberên li Belarûsê, cenazeyek din hate dîtin

Polîsê Polonyayê got li nêzî sînorê di navbera Belarûsê cenazeyê ciwanekî 20 salî yê Sûriyeyî hate dîtin.

Bi hezaran koçber ji Rojhilata Navîn ku piraniya wan ji Başûr û Rojavayê Kurdistanê hatine, ji ber ku Belarûs û welatên Yekîtiya Ewropayê destûrê derbasbûna wan nade, li ser sînorê di şertên cemed ên sînorê navbera Polonya û Lîtvanyayê de hewldana ji bo jiyankirinê didin.

Ji roja ku li ser sînor krîza koçberan destpêkir heya niha herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest da, bi destpêkirina şertên zivistanê ku serma digihîje binê sifrê, tirs û fikarên ji bo ewlehiya yên din jî zêde dibe.

Berdevkê polîsê Podlska Tomasz Krûpa ragihand ku karkerekê daristanê ji wan re agahî daye ku wî cenazeyê ciwanekê dîtiye. Duh cenaze û pasaportê wî hatiye dîtin.

Krûpa da zanîn ku diyarkirina sedemê mirina ciwanê 20 salî yê ji Sûriyê li cihê bûyerê ne pêkan e.

Her roja diçe hejmara koçberên tên ser sînor zêdetir dibe, ji wana bi qasê 100 kes derbasê axên Polonyayê bûn.

Tê texmînkirin ku li sînor kampekî nêzî 1500 kesî hatiye danîn.

Rêxistin û saziyên alîkariyên yên navnetewî, Polonya, Avûstûrya, Lîtvanya, Letonya û Estonya ji bo “Pêşî li trajedî û krîzên mirovî girtinê” li ser sînorê Polonya, ji Belarûsê daxwaza vesaziyên alîkariyên mirovî û tibî kirin.