Tofana Hatoyê li Hong Kongê jî xwe nîşan da
Li Hong Kongê ji ber sedema tofana Hatoyê asta alarmê bû 10, 420 seferên balafiran hatin rawestandin. Meteorolojiyê pîleya tofanê bi 10’ê nîşan da.
Li Hong Kongê ji ber sedema tofana Hatoyê asta alarmê bû 10, 420 seferên balafiran hatin rawestandin. Meteorolojiyê pîleya tofanê bi 10’ê nîşan da.
Van 5 salên dawî ev cara pêşî ye ku pîleya alarmê dibe 10. Saet 11.00’an ku hê Hato 60 kîlometreyî ji Hong Kongê dûr bû jî pêlên mezin bandora xwe jîgehên perevê kir û zerya ser ve çû.
Bayê ku saetê bi 168 kîlomtreyî tê daran ji qurm radike.
Gundeyekî ji gundê Yuen Long dibêje, ‘’ez li şaneşînê bûm. Min dît ku darek ji qurm rabû û firiya’’.
Rayedaran diyar kirin ku ji ber sedema tofanê 2 kes birîndar bûne, 200 kesan jî ji bo ku lê bistirn stare xwestin.
Li Hong Kongê 420 seferên balafiran hatin betalkirin, serwîsên otobûs, metroyê jî hatine kêmkirin. Seferên waporan jî hatine sekinandin.