‘Tirkiyeyê hemû peymanên li ser avê yên bi Iraqê re binpê kirine’

Endamê Komîteya Çandinî, Av û Çiravan a Parlamentoya Iraqê Hisên Merdan diyar kir ku Tirkiyeyê hemû peymanên li ser avê yên bi Iraqê re binpê kirine.

Endamê Komîteya Çandinî, Av û Çiravan a Parlamentoya Iraqê Hisên Merdan têkildarî binpêkirinên Tirkiyeyê yên li ser para Iraqê ya avê axivî. Hisên Merdan ji medyaya navxweyî ya Iraqê re axivî û wiha got: “Wek Komîteya Çandinî û Avê ya Meclîsa Nûneran, me têkiliyên rasterast bi Wezareta Çavkaniyên Avê û Wezareta Çandiniyê re danîn û eşkere bû ku Tirkiye pabendî hemû biryarên berê û wan biryarên ku di navbera hikûmeta Iraqê û Tirkiyeyê de hatine îmzekirin, nebûye.”

Hisên Merdan diyar kir ku bi Tirkiyeyê re li ser berdana avê bi qasî 700 hezar metresêcar lihevkirin hatibû kirin û got: “Lê tenê di navbera 180 û 300 hezarî de berdaye, ev jî wek binpêkirina hemû peymanan tê hesibandin.”

Hisên Merdan bal kişand bi ser serdana wan ya ji bo Serokwezîr û Serokomarê Iraqê û ev tişt got: “Me daxwaz kir ku ji bo sînordarkirina van binpêkirinan çareseriyên rasteqîne werin dîtin. Her wiha me di Konferansa Avê ya Endonezyayê de ji Tirkiyeyê xwest ku beşdarî peymanên deryayên hevpar û avên hevpar bibe, ji ber ku ev av yên hemû welatan in, ne tenê yên Tirkiyeyê ne.”

Hisên Merdan derbarê çareseriya krîza avê de jî wiha got: “Divê serokê hikûmetê piştgiriya Wezareta Çavkaniyên Avê bike, ji ber ku budçeya vê wezaretê gelek kêm e û nikare bi awayekî bingehîn krîzê çareser bike.”

Hisên Merdan destnîşan kir ku divê zêdetirî pênc trilyon dînar ji bo Wezareta Çavkaniyên Avê û pênc trilyon jî ji bo Wezareta Çandiniyê bê veqetandin.