Tirkiyeyê gef xwar, Washîngtonê xwest cidiyeta wê fêhm bike

Rêveberiya Washîngtonê ji Tirkiyeyê xwest ku gefên xwe yên ji bo girtina baregeha Încîrlîkê îzah bike.

Wezîrê Parastinê yê DYE'yê Mark Esper der barê gefa Tirkiyeyê axivî ku Tirkiyeyê ragihand ku 'eger pêwîstî pê hebe' wê baregehên Încîrlîk û Kurecîkê bgire.

Baregeha Încîrlîkê bi dehan sal in weke baregeha hewayî ya DYE'yê tê bikaranîn. Li gorî pisporan li Încîrlîkê bi qasî 50 serikên nukleerê hene. Li Kurecîkê jî yek ji strasyonên girîng ên radarê yên NATO'yê heye.

Esper li Pentagonê axivî û got, "Ji bo fêhm bikim ku dixwazin çi bikin û cidî ne yan na, divê bi hempîşeyê xwe yê Tirk (Hûlûsî Akar) re biaxivim."

Esper got, "Eger Tirk di vê mijarê de cidî be, neteweyeke serbixwe ye û mafên xwe heye ku baregehên NATO'yê yan jî hêzeke biyanî qebûl bikin an nekin. Lê belê eger cidî diaxivin hingî wê veguhere pirsgirêkeke ji bo tevahiya Tifaqa Atlantîk û sozên wan ên ji bo vê tifaqê."

Wezîrê Parastinê yê DYE'yê her wiha careke din anî ziman ku ew xemgîne ji ber ku Enqere ji NATO'yê dûr dikeve û xwe nêzî Rûsyayê dike.

Têkiliyên navbera Tirkiye û DYE'yê hefteyên dawî ji nû ve aloz bûn. Piştî ku dewleta Tirk sîstema parastina hewayî ya S-400 ji Rûsyayê wergirt û dest bi êrişên dagirkeriyê yên li dijî Rojava kir, Kongreya DYE'yê ji ber sîstema parastinê ya S-400'î ya Rûsyayê biryara pêkanînên aborî li dijî Enqereyê wergirt.