Tirkiye tevî ambargoyaya NY'yê jî çekan dibe Lîbyayê!

Tevî ambargoya çekan a ku Neteweyên Yekbûyî (NY) daniye ser Lîbyayê, Tirkiye yekser çekan dibe Lîbyayê û ambargoyê bi rengekî giran binpê dike.

Ji ber kaosa li Lîbyayê Neteweyên Yekbûyî ambargoya çekan lê ferz kir. Lê belê di serî de Tirkiye gelek dewlet vê ambargoyê binpê dikin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî 3'ê Tîrmehê daxuyaniyek weşand û alarm da ku ambargoya sala 2011'an kete meriyetê hîn jî tê binpêkirin. Rêxistina Efûyê navê welatên ku çekan didin du hêzên hevrik ên ji bo kontrolkirina paytexta Lîbya Trablûsê şer dikin eşkere kir.

Alîkara Midûrê Bakurê Efrîka û Rojhilata Navîn a Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Magdalena Mughrabi got, "Ambargoya çekan a Neteweyên Yekbûyî ji bo parastina sivîlan e. Lê belê Urdun, Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî û Tirkiye wesayitên zirxî, drone, fuze û çekên din dişînin û bi vî rengî ambargoyê bi rengekî vekirî binpê dikin."

Mughrabi got, "Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo pêkanîna ambargoyê divê tavilê tedbîrên lezgîn werbigire. Aliyên şer jî divê bi hurmet nêzî hiqûqa însanî ya navneteweyî bibin. Divê êdî sivîlan nexin nava metirsiyê."