Tirkiye li ser mijara avhewayê wê were ser raya Trûmp?

Serokkomariya Fransayê hişyarî da ku ji welatên G20'ê sê an jî çar jê di kombûna Osakayê de dibe ku werin ser raya DYE'yê ya li ser mijara avhewayê.

Kombûna G20'ê ya li bajarê Osaka a Japonya vê Înê dest pê kir. Kombûn Şemiyê wê biqede.

Li gorî nûçeya AFP'ê derdora Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macro yek ji mijara herî dijwar a kombûnê ye.

Macron diyar kir Emerîkî ji bo ku welatên din bibe rexê xwe û bi zimanê encamnameyê bilîze li ser masê zimanekî pir tund bi kar tîne.

Ji ber vê jî tê gotin ji 20 welatan desteka 19 welatan a  li Peymana Avhewayê ya Parîsê, ku 2015'an hatibû qebûlkirin, ne rewşeke mîsoger e. Serokê DYE'yê Trûmp 2017'an biryar li ser dabû ku ji peymanê xwe bide alî.

Qesra Elysêe got, ''Êdî wê 19+1, 18+2 an jî 17+3 be û ev ji aliyê me ve nayê qebûlkirin.''

Fransa dibêje heke zimanê encamnameyê xirab bibe û peymana avhewayê qels bibe ew ê îmza xwe lênexin. Welatên Ewropayê yên G20'ê û Kanada jî  bi vê helwesta Fransayê ye.

Macron, Çarşemê li Tokyo daxuyaniyek da, diyar kir ku iklim xeta wan a sor e, heke qewlên li vir neyên destekkirin ew ê îmzeya xwe li encamnameyê nexin.

Di nav wan welatan de ku dibe ku werin ser xeta DYE'yê Brezîlya, Tirkiye û Siûdî hene. Serokkomarê radîkal ê rastgir, dijminê jinan ê Brezîlyayê Jaîr Bolsanoro rexneyên Ewropiyan ên li ser polîtîkaya Brezilya yên derbarê iklimê red kir û got, ''Divê hurmetê bidin Brezilyayê. Em ê miemeleya mîna ya berê qebûl nekin.''