Tîllerson: Em amade ne bi Koreya Bakur re rûnên
Rex Tîllerson da xuyakirin ku bêyî şertekî pêşî destnîşan bikin ew amade ne bi Koreya Bakur re rûnên.
Rex Tîllerson da xuyakirin ku bêyî şertekî pêşî destnîşan bikin ew amade ne bi Koreya Bakur re rûnên.
Wezîrê Karên Derve yê DYA Rex Tîllerson diyar kir ku di mijara nukleerî de ew amade ne bêyî şertekî pêşî destnîşan bikin bi Koreya Bakur re li dora maseyekê rûnên.
Tîllerson bang li Koreya Bakur kir û got, "De werin em tenê li hev rûnên. Eger hûn bixwazin em dikarin tenê li ser rewşa hewayê jî biaxivin. Eger daxwaza we ev be em dikarin li dora maseyeke çargoşe ya jî maseyeke glover rûnên."
Di dewama daxuyaniya xwe de Tîllerson destnîşan kir ku ew bi rengekî vekirî, biçekbûna nukleerî ya koreya Bakur qebûl nakin.
Tîllerson got, "Di nava hevdîtinê de eger biryarê bidin ku fuzeyeke din biavêjin, hingî zehmet e ku mirov biaxivin. Bi dîtina min ew jî vê fêhm bikin, fêhm dikin ku divê demekê bêdengî hebe. Eger wextekê bêdengî nebe, hingî zehmet e ku hevdîtinên hilberîner bên kirin. Em dibêjin; heta wextekê bêdeng bin, ji me re bêjin ku dixwazin biaxivin. Derî vekirî ye, lê dema hûn ji bo axaftinê amade bûn em ê wê çaxê derkevin holê."
Piştî ku Koreya Bakur meha Mijarê fuzeya balîstîk a ji parzemînekê digihêje parzemîneke din ceriband, DYA bang li hemû welatan kiribû ku têkiliyên xwe yên bi Pyogyangê re bibirin.