Tijîtiya girtîgehên li DYA di asta herî kêm a 19 salên dawî de ye

Hejmara girtî û hikumxwarên li girtîgehên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), di asta herî kêm a 19 salên dawî de ye.

Li gorî daneyên ji aliyê Wezareta Edaletê ya Federal ve hatine eşkerekirin, hejmara girtî û hikumxwarên li girtîgehên federal û eyaletên DYA; ji sedî 2,3 kêm bû. Li gorî sala 2014'an hejmara girtî û hikumxwaran 35 hezar û 500 kêm bû û daket 1 mîlyon û 530 hezarî.

Tê gotin, bi saya polîtîkaya rêveberiya Barack Obama ku kesên tevlî hin sûcên ne şîdetê bûne nayê girtin, hejmara girtî û hikumxwaran kêm bûye.

Li gorî daneyên wezaretê, di dawiya sala 2015'an de li DYA, her 100 hezar kesî 458 kes bi cezayê girtîgehê yê salekê hatibûn cezakirin. Ev rêje di sala 1997'an de her ji 100 hezarî 444 bû. Lê belê nifûsa DYA di sala 1997'an de 272 mîlyon bû, di sala 2015'an de 320 mîlyon derbas kiriye.