Thûnberg: Qewlên dewletan xapandineke mezin e

Çalakgera jîngehparêz Greta Thûnber diyar kir ku qewlên li ser têkoşîna avhewaya global a dewletên ku tevlî civîna COP25’ê bûne xapandineke mezin e.

Greta Thûnberg di çalakiyeke konferansa avhewayê ya 25’emîn a li Madrîdê de axivî û got ku “Hin welatên dewlemend qewl dabûn ku wê asta karbonê kêmtir bikin. Dibe ku nêta wan baş be û lê ev xapandinek e. Ji ber ku qewlên wan ne li ser behrvanî, sektora hewayê, îthalat û îxracatê ye.”

Heke dewlet li gorî qewlên Peymana Avhewayê ya Parîsê ya 2015’an tevbigere jî wê germahî 3 dereceyan zêde bibe.Ji ber vê jî zext li dewletan tê kirin ku bila bi lez tevbigerin.

Heta niha ji civînan tu biryareke hêvîdar derneketiye.

Thûnberg got ku “Dewlet bi awayekî kone li rêyên reva ji çalakiyên bi bandor direvin.”