Tevgera Sedir: Ji avahiya parlementoyê derkevin

Wezîrê Sedir Salih Mihemed Iraqî bang li xwepêşanderan kir ku ji avahiya parlementoyê derkevin û greva xwe li derveyî avahiyê bidomînin.

Salih Mihemed Iraqî ku weke wezîrê Sedir tê naskirin li ser hebasê xwe yê twîtirê bang li xwepêşanderên li avahiya Parlamentoya Iraqê di grevê de ne kir ku ji avahiyê derkevin û 72 saetan li ber parlamentoyê û derdora wê greva xwe bidomînin.

Salih Mihemed destnîşan kiriye ku mayîna xwepêşandana ji bo bi destxistina daxwazên xwe gelek girînge û got ku divê xwepêşandan li gorî qonaxan bên organîzekirin.

Salih Mihemed her wiha ragihand ku wê nimêja Înê ya yekgirtî li Bexda, Kut, Babil, Kerbela û Necefê bê kirin.

Salih Mihemed di dawiya axaftina xwe de eşkere kir ku di projeya avakirina lijneyek a xwepêşanderan ya ji bo birêve birin û rêxistinkirina nerazîbûnan û agahdarbûna ji hemû pêwîstiyan in.