Têkiliyên DYE-Çînê 'nerm' dibin!

Wezîra Xezîneyê ya DYE'yê Janet Yellen piştî serdana çar rojan a li Pekînê diyar kir ku têkiliyên DYE û Çînê êdî xwedî 'bingehên xurt in'.

Di navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Çînê de ji aliyê siyasî û aborî ve lihevnekirinên cidî hebin jî, Wezîra Xezîneyê Janet Yellen piştî serdana li ÇîNê ya çar rojan 'xweşbîniyeke bi biryar' nîşan da.

Serdana Yellen roja Pêncşemê destpê kir. Yellen di serdanê de tevî Serokwezîr Lî Qîang bi gelek payebilindên hikumetê re hevdîtin kir.

Yellen roja Yekşemê li Sefaretxaneya Bilind a DYE'yê civîneke çapemeniyê lidar xist û got, "Bi giştî di nava du rojan de deh saetan me hevdîtinên dualî kir. Ji bo têkiliyên navbera DYE û ÇîNê li ser bingehên xurt bêne rûniştandin, bawerim ev hewldanên me gavek ber bi pêş ve ye."

Yellen ji sala 2021'ê dema dest bi wezîfeyê kir û vir ve cara yekemîn serdana Çînê dike. Çend hefte beriya vê serdanê Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Antony Blînken serdana ÇîNê kiribû. Hevdîtinên hatin kirin weke nêteke DYE'yê ya bi rêveberiya Joe Bîden a ji bo aramkirina têkiliyên navbera DYE û Çînê hatibû nrixandin.

Ajansa nûçeyan a fermî Çîn a Nû jî ragihand ku di hevdîtina navbera Janet Yellen û Alîkarê Serokwezîr He Lîfeng de ji bo 'xurtkirina hevkarî û têkiliya li ser rûbirûbûna zehmetiyên global' lihevkirin pêk hatiye.