'Têkildarî tundiya li jinê, dadgerî ketiye şûna kiryar'

Parêzer Cemîl Tûrhalli Balsak bal kişand ser zêdebûna bûyerên kuştina jinan û got, "Dadgerî ketiye şûna kiryaran û hewl dide sparteyeke rewa ji tundî û kuştina jinê re biafirîne."

Parêzer Cemîlle Tûrhalli Balsak têkildarî Peymana Stenbolê û zêdebûna komkujiyên jinan ji ANF'ê re axivî.

Balsak diyar kir kir ku Peymana Stenbolê peymaneke ji tedbîrên li dijî tundiya li jinê ye û bi bîr xist, ku peyman sala 2011'an ji îmzekirinê re hate vekirin û sala 2014'an li Tirkiyeyê kete meriyetê. Balsak anî ziman ku peyman mafê jinan ên dibin hedefa cihêkariyê, diparêze.

Parêzer Balsak bal kişand ser nîqaşên li Tirkiyeyê yên ji bo vekişîna ji peymanê û got, "Ev peyman niha bûye fikara desthilatdariya heyî."

Balsak diyar kir ku biryara ji bo vekişîna ji peymanê, pêwendiya xwe bi nasnameya siyasî ya desthilatdariyê heye û got, "Desthilatdariya heyî timî qala yekperestiyê dike. Peyman bi giştî wekheviyê diparêze. Desthilatdarî ji ber ku desthilatdariyeke welê ye ku jinê bi mêr ve girê dide û bi vî çavî lê dinere, normal e ku li ber norma wekheviyê ya peymane rabe. Me ji nîqaşên dema dawî careke din dît û fêhm kir ku desthilatdarî bi kîjan nêzîkatiyên îdeolojîk tevdigere."

Parêzer Balsak helwesta dadgeriyê ya têkildarî dosyayên tundiya li jinê şiband nêzîkatiya li dosyayên 'kuştinên kiryar nediyar' û got, "Di dosyayên kiryar nediyar de kiryar li holê nebû. Ji bo lêpirsîneke bi bandor beyana mexdûr heye, lê belê divê bi beyana mexdûr re kiryar bê dîtin û cezakirin. Di dosyayên kuştinên kiryar nediyar de kiryar nîne, lê belê sûc heye. Di dosyayên tundiya li jinê û kuştina jinê de ji ber ku bi polîtîkaya bêcezahiştinê tevdigerin, bi heman mejiyê kuştinên kiryar nediyar nêzîk dibin. Kiryar mêr e, lê di esasê xwe de kiryar nîne; welê difikirin ku divê teqez sedemeke xwe hebe. Ji meqamên edlî heta meqamên dadgeriyê em vê yekê di her astê de dibînin. Jin dema ku ji ber tundiya lê hatiye kirin gilî dikin jî bi feraseteke ku wan sûcdar dikin rû bi rû dimînin. Mînak pirsên; çima tundî lê hatiye kirin, çima tê kuştin li jinan tê kirin. Di vir de dadgerî dikeve şûna kiryar û hewl dide sparteyeke rewa ji tundiyê re peyda bike."