Têkçûna mirovahiyê: Dibe ku 85 hezar zarok li Yemenê miribin

Saziya civaka sivîl a bi navê Save The Chîldren (zarokan biparêze) ragihand, di şerê navxweyî yê Yemenê de dibe ku 85 hezar zarokên ji 5 salî biçûktir, ji ber nexweşî ya jî birçîbûna miribin.

Şerê navxweyî yê li Yemenê weke "Şerê hatiye jibîrkirin" tê binavkirin. Mexdûriyeta ji ber vî şerî derketiye holê, roj bi roj mezin dibe.

Li gel bangên rêxistinên însanî jî, şerê navxweyî yê li Yemenê hîn jî dewam dike. Saziyên civaka sivîl ên navneteweyî yên li herêmê kar dikin, her wiha raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) asta metirsîdar a mexdûriyeta li Yemenê radixin pêş çavan.

Saziya civaka sivîl a bi navê Save The Chîldren ku mafên zarokan diparêze, li ser mijarê raporek weşand û bandora şerê navxweyî ya li zarokan nîşan da.

Di raporê de hate gotin, tê texmînkirin ku ji Nîsana 2015'an heta Cotmeha 2018'an li Yemenê 84 hezar û 701 zarokên kêmî 5 salî ji ber birçîbûna ya jî nexweşiyê mirine.

Rayedarên rêxistinê gotin, "Ji bo amadekirina vê raporê me kar û daneyên Neteweyên Yekbûyî yên li ser mijarê bi kar anîn."

'EGER BÊ XWESTIN DIKARE PÊŞÎ LÊ WERE GIRTIN'

Dîrektorê Yemenê yê saziya Save The Chîldren diyar kir, şerê li Yemenê û mexdûriyeta ji ber şer rû daye her roj zarokan dikujin û got, eger bê xwestin dikare pêşî li vê yekê were girtin.

Kîrolos işaret bi bajarê Hûdeydeyê kir ku şer lê giran e û anî ziman, jiyana 150 hezar zarokî li Hûdeydeyê di rewşeke metirsîdar de ye. Kîrolos got, "Li pêş çavên mirovan zarokên wan dihelin."

Rewşa li Yemenê ne tenê ji aliyê zarokan ve, ji aliyê giştî ve jî felaket e. Li gorî Neteweyên Yekbûyî mezintirîn krîza însanî ya li ser asta cîhanê, li Yemenê diqewime. Nîvê nifûsa Yemenê yanî 14 milyon Yemenî di nava xelayê de ne.

Ji Adara 2015'an û vir ve di şerê navxweyî de zêdeyî 10 hezar sivîl mirin.

WASHÎNGTON: DANÛSTANDIN WÊ MEHA KANÛNÊ DEST PÊ BIKIN

Di vê navberê de Wezîrê Parastinê yê DYA'yê Jîm Mattîs ragihand, danûstandinên li ser şerê li Yemenê wê destpêka meha Kanûnê li Swêdê dest pê bikin. Li gorî Mattîs, Erebîstana Siûdî û Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî ku aktorên bingehîn ên şerê li Yemenê ne, piştgiriyê didin danûstandinan.

Danûstandin wê di navbera hêzên hikumetê ku pişta xwe didin Koalîsyona Ereb û milîsên Hûsî yên destekê ji Îranê dibînin, pêk were.