Tê payin ku serokên du saziyên Ewropayê jin bin

Piştî ku hilbijartinên ji bo Parlamenta Ewropayê 26'ê Gulanê pêk hatin, bala her kesî çû ser hilbijartina serokên saziyên Ewropayê. Bazara di vê mijarê de dest pê kir. Tê payin ku ji bo serokatiya du saziyên girîng jin bên hilbijartin.

Di rojeva civîna bilind a 28'ê Gulanê de ya li Brukselê, tayînkirina serkêşên saziyên Ewropayê hebû. Civîn li çapemeniyê veşartî pêk hat.

Di hilbijartinên 26'ê Gulanê de rewş ji nû ve diyar bû. Li aliyekî Partiya Gel a Ewropayê (PPE) û Sosyal Demokrat (SD), li aliyê din jî partiyên lîberal û keskan.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li dijî prosedurê derket ku Serokê Komîsyona Ewropayê ji nava serokên koman tê hilbijartin. Macron her wiha naxwaze Manfred Weber ê Elman serkêşiyê ji komîsyonê re bike. Macron piştî xwarina êvarê daxuyanî da û got, "Pêwîstiya me bi rêveberên Ewropî yên xurt ên xwedî tecrûbeya zêde heye." Serokwezîra Elman Angela Merkel jî pirsa "Tecrûbe çi ye?" kir û bang li her kesî kir ku bi xweşbînî tevbigere.

Ji bo çar wezîfeyên girîng wê namzet bên diyarkirin: Serokatiya Komîsyona Ewropayê, Serokatiya Konseya Ewropayê, Serokatiya Parlamenta Ewropayê û Nûnertiya Bilind a Polîtîka Derve ya Yekîtiya Ewropayê.

Salên dawî li konseyên rêveberiyê lêgerîna wekheviya jin-mêr hêdî hêdî xwe nîşan da. Di rewşa heyî de 28 welatên Yekîtiya Ewropayê xwedî meyleke bi vî rengî ye. Serokê Konseya Ewropayê Donald Tusk diyar kir, piraniya rêveberan xwestin, serokên du ji saziyan jin bin. Tusk got, "Nêt û daxwaza min a şexsî ye ku vê armancê pêk bînim."