Tê payîn ku KE derbarê Rojhilatê Behra Spî konferansek lidar bixe

Serokê Konseya Ewropa Charles Mîchel diyar kir ku dikarin di derbarê krîza Rojhilatê Behra Spî de, bi tevlîbûna Enqerê û pir aliyên din konferansekê lidar bixin.

Serokê Konseya Ewropa di daxuyaniya ji bo rojnamegeran da de got: “Ger ku rêz ji bo YE yan jî dewletên endam neyê girtin, em amadene ku bikevin tevgerê, lê belê pêwîste ku em nêzîkatî û nîqaşek erênî pêşniyar bikin.”

Dewletên Yekîtiya Ewropa û serokên hikûmeta ji xwe demeke di mijara li ser têkiliyên pirsgirêkên li gel Tirkiyeyê planeke stratejîk a nîqaşê dikin.

Charles Mîchel diyar kir, li Rojhilatê Behra Spî her ku diçe zêdetir bûyer tê diqewimin û tevgerên leşkerî zêde dibin û wiha lê zêde kir: “Dibe ku konferansek pir alî bibe arîkar, pêwîste ku destpêkê em aloziyê çareser bikin û ya duwem jî ji bo nêzîkatiyên pir cuda li çareseriyekê bigerîn.”

Mîchel diyar kir ku tê çavdêrîkirin ku wê konferansek bi nîqaşên berfireh û di derbarê Sînorên deryayê de bê lidarxistin. Serokê Konseya Ewropa wiha got: “Min fikrê xwe pêşniyarî gelek hempîşeyên xwe yên Ewropî, Tirkiye û ji der ve kir. Ez pir vekirî nabêjim min bersivek ‘erê’ standiye, lê bertek jî ne negatîf bû.”