Tê gotin, wê Trûmp bazirganiya bi artêşa Kuba re qedexe bike
Serokê berê yê DYA Barack Obama di sala 2014'an de polîtîkayeke ku xwe nêzî Kubayê dike, dabû destpêkirin. Tê gotin, Serokê DYA Donald Trûmp biryareke ku ji vê polîtîkayê vegere, girtiye.
Serokê berê yê DYA Barack Obama di sala 2014'an de polîtîkayeke ku xwe nêzî Kubayê dike, dabû destpêkirin. Tê gotin, Serokê DYA Donald Trûmp biryareke ku ji vê polîtîkayê vegere, girtiye.
Tê îdîa kirin, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka Trûmp, wê di axaftina xwe ya îro ya li Mîamî de, danekirinên tund ên li se rêveberiya Kubayê ragihîne.
Li gorî agahiyên rayedarekî hikumetê daye medya Amerîka, ku navê xwe eşkere nekir, Trûmp wê îro biryara qedexekirina karê malî yê navbera şîrketên li welêt bi şîrket û saziyên artêşa Kubayê re, ragihîne.
Rayedar her wiha diyar kir, Trûmp wê tevî vê yekê hin astengiyan deyne pêşiya ger û geşta ji bo Kubayê.
Têkiliyên navbera Kuba û DYA'yê ku piştî şoreşa sosyalîst a sala 1959'an qut bû, di sala 2014'an de bi saya nêzîkatiya Serokê berê yê DYA Barack Obama, ji nû ve hatibû danîn.