Tê gotin, Koreya Bakur moşek di ser Japonyayê re avêtiye
Koreya Bakur, tevî nerazîbûna Neteweyên Yekbûyî û welatên rojavayî, ragihand ku moşekeke nû ceribandiye ku di ser Japonyayê re hatiye avêtin.
Koreya Bakur, tevî nerazîbûna Neteweyên Yekbûyî û welatên rojavayî, ragihand ku moşekeke nû ceribandiye ku di ser Japonyayê re hatiye avêtin.
Li gorî daxuyaniya hikumeta Japonyayê, moşeka balîstîk a ji aliyê Koreya Bakur ve hatiye avêtin, di ser herêmên bakur ên Japonyayê re derbas bûye. Ji ber moşeka ku tê îdîakirin ji cihekî nêzî paytexta Koreya Bakur Pyongyangê hatiye avêtin, hişyarî li mirovên li bakurê Japonyayê dijîn hate kirin, ku hay ji xwe hebin.
Di nûçeya qenala cemaweriyê ya Japon NHK de hat ragihandin, moşeka Koreya Bakur li peravên girava Hokkaîdo bûye ê parçe û ketiye nava deryayê. Di nûçeyê de hat gotin, ji ber moşekê zerar li kesî nebûye.
Moşek li gorî dema herêmê saet di 06:06 de di ser Japonyayê re derbas bû. Li gorî agahiyan, artêşa Japonyayê dest li vê yekê wernedaye.
Rêveberiya Bakurê Koreyê herî dawî roja Çarşemê ragihandibû ku cebilxaneyeke mezin hatiye avakirin û rojên Înî û Şemiyê 3 moşekên balîstîk ên menzîla wan kin, avêtibû nava Derya Japon.