Taywan li benda Bagera Haîkûî ye
Wezareta Karên Hundir a Taywanê ragihand ku di serî de ji navçeya Hûalîen ji 7 bajaran zêdeyî 2 hezar û 800 kes hatine veguhastin.
Wezareta Karên Hundir a Taywanê ragihand ku di serî de ji navçeya Hûalîen ji 7 bajaran zêdeyî 2 hezar û 800 kes hatine veguhastin.
Bagera Haîkûî serê sibehê bû sedema barana zêde û bayê saetê bi 140 kîlometreyî bi xwe re anî.
Tê payin ku bager li herêma Taîtûng a cîranê Hûalîenê ye, bi dema herêmî saet di 17:00 de bigihêje bejahiyê.
Li vî welatî zêdeyî 200 seferên balafiran ên hundirîn hatin betalkirin. Li başûr û rojhilatê giravê dibistan û kargeh hatin girtin.
Kolanên Hûalîen sibeha Yekşemê ji ber barana zêde vala ma. Li bendergeha masîgiran a li navçeya Yîlan a li bakurê welêt, pêlên mezin li peravê ketin.
Seroka Taywanê Tsai Ing-wenragihand ku ev yek bagera destpêkê ye ku di nava çar salan de li Taywanê xistiye û bang li gel kir ku xwe amade bike. Buroya Meteorolojiyê ya Navendî ya Taywanê jî bang li gel kir ku di rewşeke amade de be.
Tê payin ku bager piştre berê xwe bide rojava, ber bi Tengava Taywanê ve biçe.
Bagera herî mezin a herî dawî ku bandor li girav kir, sala 2019'an Bagera Baîlû bû ku kesek ji ber bagerê miribû.