Tarîtî li Kobanê têk çû

Ji Fermandarên QSD'ê yên herêma Firatê Cemîl Mazlûm destnîşan kir ku beriya 7 salan li Kobanê şerê man û nemanê hate kirin û got, "Ya tarîtî ya jî ronahî wê bi ser biketa. Li Kobanê ronahî bi ser ket."

Ji Fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) yê Herêma Firatê Cemîl Mazlûm bi wesîleya salvegera êrişên dagirkeriyê yên li ser Kobanê ji ANF'ê re axivî.

Beriya destpêkirina êrişa li ser Kobanê atmosfera wê demê ya herêmê çawa bû?

Êrişên li ser Kobanê 7 sal li pey xwe hişt, dikeve sala 8'an. Di şexsê şehîdên berxwedana Kobanê de ku canê xwe di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de feda kirin, Arîn Mîrkan, Gelhat, Êriş, Zozan, Rêvan, Dilgeş û şehîdên Kobanê hemûyan bi bîr tînim, bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim.

Beriya ku DAÎŞ êrişî Kobanê bike ji xwe li Rojhilata Navîn, li Sûriyeyê pêvajoyek hebû ku gelan dabûn destpêkirin. Ji bo ev pêvajo neyê îstîsmarkirin Kurdan sîstem û rêxistiniya xwe ava kiribûn. Gelê Kurd bi fikir û felsefeya azadiyê xwe bi rêxistin kir û parast. Gelê Kurd ji bo gelê Rojava û Sûriyeyê li ser bingeha Şoreşa Rojava xwe bi sê kantonan bi rêxistin kir. Kantonên Efrîn, Kobanê û Cizîrê hatin avakirin. Bêguman şert û mercên wê demê zehmet bûn. Êrişên hikumeta Şamê jî hebûn. Her wiha El Nûsra, Ehrar El Şam ên xwe bi navê 'artêşa azad' bi rêxistin kiribûn, li hin herêman gelek komên çete yên ku hin hêzan piştgiriya wan dikirin êriş dikirin. Kantonên Efrîn, Cizîr û Kobanê ji aliyê çeteyan ve hatibûn dorpêçkirin. Van hersê herêman di heman demê de xwe bi rêxistin kiribûn û xwe diparastin. Li dijî êrişên çeteyan, ji sala 2011'an heta 2014'an timî li ber xwe dan. Gelê Kurd, şervanên YPG û YPJ'ê li dijî her cûre êrişan xwe parastin. Sîstema xwe ya ewlekariyê ava kirin.

Di destpêka sala 2014'an de li Iraq, Sûriye û gelek herêman DAÎŞ derkete  holê. Vê koma çete ji Mûsilê dest pê kir, Şengal, gelek bajarên Sûriyeyê, Reqa, Dêra Zor, Ezaz, Heleb, rojhilatê Helebê û Tûtmûr gelek herêm bi dest xist. Ti hêzê, ti dewletê û teknîkê nekarî xwe li ber DAÎŞ'ê bigire. Bi cebilxane û derfetên ji dewletên Iraq û Sûriyeyê bidestxistî her carê êrişî Şoreşa Rojava kirin. Li herêma Cizîrê gelek caran êriş kirin. Piştre jî berê xwe dan Kobanê.

Çima Kobanê?

Kobanê ji bo me sembol bû. Şoreşê di 19'ê Tîrmehê de li vir dest pê kiribû. Berxwedan û rêxistiniya gel li vir dest pê kiribû. Ji ber vê yekê bi êrişa li ser Kobanê re êriş birin ser şoreşa gel. Dema ku êrişê dest pê kir derfetên Kobanê gelekî kêm bûn. Xelkê Kobanê ji sala 2011'an heta 2014'an ji aliyê Cebhet El Nûsra, Ehrar El Şam û komên din ên çete hatibû dorpêçkirin. Heta wê demê xelkê Kobanê karîbû xwe birêxistin bike, biparêze, lê belê weke me got, dema ku êrişê dest pê kir derfetên Kobanê gelekî kêm bûn. Cebilxane tune bû, derfetên ku karibe pê şerekî mezin bike, tune bû. Hem xelk, hem jî şervanên YPG û YPJ'ê biryardar bûn. Dema ku DAÎŞ'ê êriş kir, ya ku hişt ku şervanên YPG û YPJ'ê gavê bi paş ve neavêjin ev biryar û bawerî bû. DAÎŞ a ku diçû her derê tirs dixist dilê her kesî û her cihê ku diçû bêyî fîşekekê biteqîne teslîmî wan dibû, li hemberî xelkê Kobanê û şervanên YPG û YPJ'ê nekarî heman tiştî bike. Bêguman ev şerê man û nemanê bû. Ya rast li Kobanê şerê du fikrên dijberê hev qewimî. Li aliyekî fikir û felsefeya azadiyê, li aliyê din jî feraseta despot, paşverû, barbar û dîktator şerê hev kirin. Yanî şerê ronahî û tarîtiyê bû. Ya tarîtî yan jî ronahî wê bi ser biketa. Li Kobanê ya bi ser ket ronahî bû.

Li dijî DAÎŞ'ê li gelek herêman şer hate kirin. Bêguman beriya wê jî heye. Kobanê çima ewqasî li cîhanê deng veda?

Cîhanê şahidî ji vê tarîtî û berxwedanê re kir. Kobanê cihekî biçûk bû, tevî ku piştgiriyeke xurt tune bû jî li dijî vê hêzê karîbû şer bike û li ber xwe bide. Cîhanê hewl da fêhm bike, xwest van şervanên bi biryardarî û lehengiyê şer dikin kî ne. Bêguman vê berxwedanê bala hêzên navneteweyî jî kişand. Ya rast berxwedana li Kobanê kir ku hêzên navneteweyî biryarê bidin ku li dijî DAÎŞ'ê şer bikin. Beriya vê berxwedanê biryareke bi vî rengî ya van hêzan tune bû. Berxwedana Kobanê di heman demê de bû hêvî ji cîhanê re. Nîşan da ku şer li dijî DAÎŞ'ê dikare bê kirin. Hêzên navneteweyî piştî ku ev berxwedan û biryardarî dîtin, xwestin ku ew jî tevlî vî şerî bibin.

Gelan jî piştgiriyeke mezin dan vê berxwedanê. Ji Bakurê Kurdistanê heta Başûr û Rojhilat, heta gelek deverên Ewropayê gelan piştgirî dan vê berxwedanê. Pêngaveke topyekûn hate destpêkirin. Mirovan berê xwe dan sînor, sînor ji holê rakirin û tevlî şerê Kobanê bûn. Bi hezaran mirov rabûn serhildanê, bi dehan enternasyonalîst tevlî vê berxwedanê bûn. Kobanê ji vî alî ve bû sembol. Tevî vê yekê gelên Sûriyeyê jî piştgiriyeke mezin da. Ereb, Suryan, Tirkmen, her wiha komên azadîparêz Lîwa Şemal, Suwar Reqa, Cebhet El Ekrad tevlî berxwedanê bûn. Bi vê berxwedan û piştgiriyê şervanên YPG û YPJ'ê bi ser ketin.

Serketina Kobanê bandoreke çawa li rêveçûna Şoreşa Rojava û tevahiya herêmê kir?

Berxwedana Kobanê li Sûriyeyê bû destpêkek. Li Sûriyeyê bû serketina destpêkê ya li dijî DAÎŞ'ê. Bi vî rengî berê xwe dan qadên din ên dagirkirî yên Sûriyeyê. Pêngavên azadkirina qadên din ên dagirkirî dest pê kir. Gelên Sûriyeyê tevlî van pêngavan bûn. Van hemûyan di nava QSD'ê de xwe kirin sîstem û dest bi pêvajoya derxistina dagirkeran ji ser xaka xwe kirin. YPG û YPJ'ê ji xwe heta Baxozê ev bexwedan dewam kir. Di nava 6-7 salan de Pêvajoyeke berxwedanê û şer qewimî. Berxwedana li dijî DAÎŞ'ê her roj mezin kirin. Bêguman di vê pêvajoyê de berdêlên gelekî giran hatin dayin. Bi hezaran şehîd hatin dayin. Bi sed hezaran mirov koçber bûn. Bi hezaran mirov ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin qetilkirin. Bi hezaran mirov ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin revandin ku aqûbeta gelekan hînê nayê zanîn. YPG, YPJ û QSD'ê ev berxwedan heta Baxozê dewam kir û li Baxozê ku navenda dawî ya DAÎŞ'ê bû, DAÎŞ bi temamî ji holê rakir.

DAÎŞ ji aliyê fikir û ferasetê ve hîn dewam dike. Heta ku êrişên li ser projeya neteweya demokratîk û fikrê azadiyê dewam bike, heta ku ev proje neyê qebûlkirin wê zemîn hebe ku çeteyên metirsîdar ên mîna DAÎŞ'ê xwe jinûve birêxistin bikin.

Zemînê jinûve birêxistinbûna zîhniyet û fikrê DAÎŞ'ê, zemînê şerê li dijî projeya azadiyê hîn ji holê nehatiye rakirin. Mînaka berçav a vê yekê jî ew e ku xaka me hîn jî tê dagirkirin. Her kesên ku êrişî fikir û felsefeya azadiyê dikin, li ber çavên me zîhniyeta DAÎŞ'ê ne. Niha hîn jî bi êriş û dagirkeriyên cuda re êriş li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin. Hin qadên me hatine dagirkirin.

Hîn jî gefên êrişê li ser gelek qadên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hene. Di vê der barê de hûn dikarin çi bêjin?

Gelê me di şerê 10 salan de tecrûbeyên mezin bi dest xist. Tê zanîn bê kî dost e, kî jî dijmin e. Bi navê şervanên QSD'ê em baş zanin ku dostê me gelê me ye. Yên ku em pê bawer in gelê me û şervanên me ne. Em xwe dispêrin hêza xwe û li gorî soza ku me dane şehîdan, li ber xwe didin. Ji hêzeke ji derve em ne bendewarin.

Rewşa Sûriyeyê li holê ye. Krîza siyasî û aborî dewam dike. Hîn jî hin hêz, dewletên navneteweyî û dewletên herêmê hesabên cuda dikin li ser Sûriyeyê. Ji ber vê yekê em nakevin nava xefleta 'me DAÎŞ têk bir", "Me ewlekariya xwe misoger kir". Weke gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê il dijî krîzên aborî, leşkerî û siyasî divê em bi hev re di nava parastinê de bin. Çawa ku sala 2014'an em heq ji pêvajoya zehmet derketin, em ê vê pêvajoyê jî çareser bikin. Îro di destê me de derfet zêde ne û bi van derfetan em ê heq ji her tiştî derkevin. Belê hin kêmasî niha hene, em van dibînin. Lê belê li dijî me dijminekî mezin heye. Gefên mezin li me têne xwarin. Niha yekane armanca me serketina li dijî van gefan e. Misogerkirina şoraş li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ye. Tecrûbeyên me yên 10 salan hene. Çawa ku me berê bi ser xist, em ê îro jî planên wan pûç bikin.