Talîbanê vê carê park û bexçe li jinan qedexe kir

Talîban ku bi polîtîkayên xwe yên dijminatiya li jinê timî di rojevê de ye, vê carê jî park û bexçeyên li paytext Kabûlê li jinan qedexe kir.

Talîbanê destpêka hefteyê ferman da berpirsyarên park û bexçeyan ku deriyên xwe li jinan bigirin.

Heta niha ji bo kuk jin û mêr li parkê li hev rast neyê, ji bo jinan saeteke cuda, ji bo mêran jî careke cuda diyar kiribû.

Berdevkê Wezareta "Teşwîqkirina Dilpakiyê û Pêşîgirtina li Nebaşiyê" Mûhammed Akîf Sadik Mûhacîr ji AFP'ê re axivî û got, "Li gelek deveran pîvan hatin binpêkirin."

Mûhacîr anî ziman ku jin û pêr tevlî hev bûne, pîvana nixumandinê hatiye binpêkirin û got, "Ji ber vê yekê vê gavê biryareke bi vî rengî hate dayin."

Piştî şerê 20 salan yekîneyên Emerîkî xwe ji Efganistanê vekişandin û di Tebaxa 2021'ê de Talîban bû desthilatdar. Rewşa jinan a li Efganistanê ku nebaş bû, bi Talîbanê re ji aliyê azadiyê ve hîn bêhtir nebaş bû.