Talîbanê nîqaşên bi hikumetê re rawestand

Tevgera Talîbanê nîqaşên ku yekser bi hikumeta Efgan re dikir, rawestand.

Ji berdevkên Talîbanê Shayl Şahîn bi rêya Twîtterê daxuyaniyek da û got, "Ji bo tespîtkirina girtiyên xwe me heyetek teknîkî ji Komîsyona Girtiyan a Kabîlê re şand. Lê mixabin  heta niha ji ber filan û bêvan hincetan berdana wan hate taloqkirin."

Berdevk got, "Li ser vê yekê wê heyeta me tevlî civînên bêencam neme."

Ev hevdîtin, ji sala 2001'ê dema ku Talîban ji aliyê koalîsyona navneteweyî ya bi serkêşiya DYE'yê ji desthilatdariyê hate xistin û vir ve nîqaşên destpêkê ne ku bi hikumeta Kabîlê re tê kirin.

Di encama danûstandinên navbera Talîbanê û DYE'yê de 22'ê Sibatê agirbestek hatibû ragihandin. Di encama vê pêvajoyê de jî 29'ê Sibatê li bajarê Doha yê Qatarê DYE û Talîbanê mohra xwe danîbûn binê peymanekê. Di berdêla garantiyên ewlekariyê yên Talîbanê de DYE û hevalbendên wê soz dabû ku di nava 14 mehan de hêzên xwe ji welêt vekişînin. DYE'yê her wiha vekişîna hêzên xwe bi şertê destpêkirina danûstandinên Talîbanê bi hikumeta Efgan ve girê dabû.