Talîbanê ji şêniyên Kabûlê xwest ku xwe ji cihên leşkerî vegirin

Tevgera Talîbanê ya li Afganîstanê, ji sivîlên li paytext Kabûlê xwest ku xwe ji baregehên leşkerî vegirin.

Di daxuyaniya Talîbanê de hate gotin, "Mucahît, li herêmên din ên welêt ji bo zerar li sivîlan nebe bi baldarî tevgeriyan. Yekane cihê ku hê bandor li sivîlan dibe, bajarê Kabûlê ye."

Talîbanê diyar kir ku sedema vê yekê jî ew e; navendên bingehîn ên leşkerî û îstîxbaratê li Kabûlê ne û ragihand, hêzên taybet, servîsên îstîxbaratê û servîsên din ên leşkerî sivîlan ji bo xwe weke mertalên zindî bi kar tînin.

Talîbanê da xuyakirin ku di çarçoveya pêngavên xwe yên biharê de wê êrîşên nû bikin û got, "Em naxwazin ku mirovekî bi tenê yê sivîl bimire."

Di daxuyaniyê de ev bang hate kirin: "Em bang li şêniyên Kabûlê dikin ku xwe ji baregehên leşkerî û navendên îstîxbaratê vegirin."

KABÛL JI BO SIVÎLAN HERÊMA HERÎ XETERE YE

Li gorî mîsyona Afganîstanê ya Neteweyên Yekbûyî ku ji sala 2009'an û vir mirina sivîlan lêkolîn dike, paytext Kabûl sala 2017'an ji bo sivîla bû cihê herî xetere. Dema dawî li Kabûlê gelek êrîş hatin kirin û hem Talîbanê hem jî DAÎŞ'ê êrîş li xwe girtin.

Hejmara sivîlên di çaryeka destpêkê ya sala 2018'an jiyana xwe ji dest dan, li gorî çaryeka sala 2017'an bi du qatan zêde bû. Bi taybetî, li gorî Neteweyên Yekbûyî ji meha Çileyê heta Adarê 763 sivîl mirin, 1.495 jî birîndar bûn.

Dawiya meha Çileyê Talîbanê li Kabûlê bi ambûlanseke bombebarkirî êrîş kiribû û di encamê de 105 kes miribûn, zêdeyî 200 kes jî birîndar bûbûn. Li gorî rayedar û medya rojavayî piraniya qurbaniyan sivîl bûn. Talîbanê jî îdîa kiribû ku medya 'nûçeyên derew' diweşîne û yên mirin e hemû polîs in.

Li Kabûlê ku nifûsa xwe qelebalix e, baregehên leşkerî li navenda bajêr in, li nava malan e. Ev yek jî xeteriyê li ser jiyana sivîlan çêdike.