Talîbanê êrîşî konvoya leşkerî kir: 13 kes mirin
Li wîlayeta Helmand a li başûrê Afganîstanê, li hemberî konvoyeke leşkerî êrîşeke bombeyî hate kirin. Di encamê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li wîlayeta Helmand a li başûrê Afganîstanê, li hemberî konvoyeke leşkerî êrîşeke bombeyî hate kirin. Di encamê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Rayedarên Afgan gotin, Talîbanê roja Yekşemê li bajarê Nawayê êrîşî konvoyeke artêşa Afgan kiriye. Ji ber êrîşê 13 kes mirin, 20 kes jî birîndar bûn. Talîbanê peyamek şand telefonên rojnamevanan û êrîş li xwe girt.
Beriya niha bi çend rojan, li paytexta wîlayeta Helmandê li Laşkar Gahê êrîşeke bombeyî hatibû kirin û 5 sivîlan jiyana xwe ji dest da bûn.