Talîbanan artêşa Efxan kirine kemînê: 15 leşker mirin
Talîbanan hêzên leşkerî yên Efxanan kirin kemînê û 15 leşker hatin kuştin.
Talîbanan hêzên leşkerî yên Efxanan kirin kemînê û 15 leşker hatin kuştin.
Talîbanan li bajarokê Dewletabadê ya eyaleta Belhê êrîş bi ser hêzên leşkerî yên Efxanan de birin. Jêderên xwecihî diyar kirin bi dehan kesî êrîş birin ser qereqola bi kontrola leşker û îstîxbaratê.
Rayedarê bajarokê Mihemed Ûsiv got di encama êrîşê de 15 kes mirine. Wezareta Berevaniyê jî ragihand 7 leşker di kemîna Talîbanan de hatine kuştin.
Li gorî nûçeya AFP'ê di encama vê êrîşê de bi kêmanî 20 hêzên çekdar ên Efxan hatine kuştin, 6 jê birîndar bûne û 4 jê êsîr hatine girtin.
Duşemê artêşa Emerîkayê ragihandibû li wilayeta Qundûzê leşkerek miriye. Ji 2001'ê û vir ve nêzî 2.400 leşkerên Emerîkî di şerê dijî Talîbanan de hatine kuştin.