Talîban salonên bedewiyê jî digire

Hikûmeta Talîbanê ferman da ku li Efganistanê di nava mehekê de salonên bedewiyê bêne girtin.

Hikûmeta Talîbanê ji bo ku jin ji jiyana civakî dûr bikevin, qedexeyên nû ferz dike.

Piştî ku Talîban di Tebaxa 2021’an de hat ser desthilatdariyê, jin ji derveyî saziyên perwerdeyê û karên civakî tên hiştin.

Li qedexeyên din ên jiyanî, demek bû ku gotinên ‘wê salonên bedewiyê bên girtin’ li ser medyaya dîjîtal belav dibû. Hikûmeta Talîbanê ev agahî piştrast kirin.

Berdevkê Teşvîka Dilpakiyê û Astengkirina Xerabiyan Mûhammed Akîf Sadik Mûhacîr daxuyaniyek da ajansa nûçeyan a Fransî û got: “Dema salonên bedewiyê girtin, em ê sedemên wê li ser medyayê eşkere bikin.”

Li gorî AFP’ê ev biryar ji aliyê lîderê olî yê Efganistanê Hîbatûllah Ahûndzade ve hatiye dayîn.