Talîban li Moskowê ne: Em li Efxanistanê aştiyê dixwazin lê..

Talîban ji aliyekî ve bi pêşengiya DYE'yê muzakereyan dikin, ji aliyê din ve jî rêveberiya Moskowê jî wan tîne gel hev. Berpirsên Talîban li Moskowê gotin ew li Efxanistanê aştiyê dixwazin.

Moskow di rewşa berdest de di muzakereyên aştiyê de yên ji bo Efxanistanê bû xwedî bandor. DYE'yê meha bihurî got li Efxanistanê ji bo peymana aştiyê li ser şertên hewce bi Çîn û Rûsyayê re li hev kirine.

Rêveberê siyasî yê tevgera Talîban Mollah Baradar têkilî pîrozbahiyên sedsala 100'î ya têkiliyên dîplomatîk ên Rûsya û Efxanistanê axivî û got Talîban bi rastî jî aştiyê dixwazin lê divê astengiyên li pêş aştiyê pêşî werin rakirin.

Baradar ku 2013'an piştî mirina Mela Omer yek ji damezirînerê tevgera Talîban e, got, ''Astengî dagirkeriya li Efxanistanê ye û divê ev bidawî bibe''. Baradar piştî ku ji girtîgeha Pakistanê derket, dawiya meha Çile û vir ve berpirsê siyasî yê tevgerê ye.

Hevdîtinên li Moskowê di navbeyna Talîban û Serokkomarê Efxanistanê Eşreef Xenî ve têne kirin. Alî cara duyan e ku li Moskowê komî ser hev dibin. Dawiya Çile lîderên Talîban li paytext Moskowê derketibûn ber raya giştî û vîzyoneke 'bi yasayên Îslamî'' ji bo Efxanîstanê danîbûn holê.

Di destpêka civîna Moskowê de Wezîrê Karên Derve Sergey Lavrov got ''hedefeke hevpar'' a Rûsya û Efxanîstanê heye û ev jî ''têkoşîna dijî terorîzmê ye''. Lavrov got, Moskow dixwaze hêzên biyanî bi tamamî ji Efxanistanê vekişin.