Talîban ketin bajarê Gazniyê

Hate ragihandin ku Talîban ketiye bajarê Gaznî yê Afganîstanê. Li herêmê di navbera Talîban û hêzên ewlehiyê de şer didome.

Bajarê Gaznî bi ser eyaleta bi heman navî ve ye. Talîbanan, şeva Pênşemê saet derdora 23:00’an êrîş bir ser bajêr. Bajarê Gaznî herî kêm 200 km li başûrê paytext Kabîlê ye.

Talîbanan, destpêkê êrîş bir ser bendavên ewlehiyê û piştre li nav bajêr pêş ve çûn. Li gorî waliyê eyaletê Arif Nûrî Talîbanan gelek hewan avêtine avahiyên bajêr.

Li gorî agahiyan, leşker jî di nav de gelek kes mirine yan jî birîndar bûne. Walî diyar kir ku herî kêm 30 kuştiyên Talîbanan li erdê mane.

Welatiyekî bajêr ku bi telefonê tevlî bernameya AFP’ê bû, agahiya ku, “Talîban bi hoperlorên mizgeftê bang li gel dikin ku her kes li mala xwe bimîne, dernekeve derve. Dengê teqînêm mezin tên me..” da.

Berdevkê talîbanan Zabîhûlllah Mucahîd, da zanîn ku operasyona li ser Gazniyê, di dorhêla “pêngava biharê” ku meha gulanê hatî destpêkirin pêk hatiye. Mucahîd, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de anî ziman ku, “bi sedan mucahîtan, deverên venêrînê yên bajêr û navendên polêsan ketine dest.” Berdevkê Talîbanan herî dawî anî ziman ku, “di şer de 140 leşkerên dijmin hatine kuştin.

Talîban, beriya Gazniyê nêzî sê meha15’ê gulanê ketibûn bajarê Ferah ê dikeve rojavayê welêt, lê belê artêşê bajar di demeke kurt de dîsa xistibû bin serweriya xwe.