Talîban ji bo serdana peykerên ku xera kirine pere distîne
Talîbanê ku li Efxanistanê bûye desthilat, li ber du peykerên mezin ên Bûda ku sala 2011’an xera kirin, firoşgeha bilêtan çêkiriye.
Talîbanê ku li Efxanistanê bûye desthilat, li ber du peykerên mezin ên Bûda ku sala 2011’an xera kirin, firoşgeha bilêtan çêkiriye.
Li gor rojnameya Washîngton Postê, Talîbanê, li ber peykerên Bûda yên li Bamyanê, firoşgeha bilêtan çêkiriye. Ji bo serdanê ji Efxanan 58 sent tê xwestin, ji biyaniyan jî 3,45 dolar tê xwestin.
Talîbanê, bi hinceta ku ‘’xwedayê sexte’’ ye sala 2001’ê her du peykerên mezin bi teqemenî û doçkayan xera kirin.
Talîban bi vê hewildana xwe îdia dike ku ji serdema salên 1996-2001’ê xweşbîntir e.
Rayedar, wek hatineke pereyî li bermayiyên peykeran dinihêrin û wan armanc ew e ku tûrîstan bikişînin Efxanistanê.