Talîban: ji bo ji nû ve muzakerkirina bi Amerîka hê pir zû ye

Tevgera Talîban da zanîn ku hê “zû ye” ku ew qala destpêkirina ji nû ve muzakereyên bi Amerîka re bikin.

Berdevkê Talîban Zabîhullah Mucahîd ku ji AFP’ê re axivî got: “Di vê qonaxê de hê zû ye ku em qala destpêkirina ji nû ve muzakereyan bikin.”

Mucahîd li axavtina xwe zêde kir ku ewê piştre bersivê bidin daxuyaniya ku serokê DYE Donald Trump.

Serokê DYE’yê Trump di serdana xwe ya ji nişka ve ya roja Pêrşemiyê ya ji bo Efganîstanê gotibû: “Talîbanan peymanekî dixwazin, emê bi wan re hevdîtinê bikin. Em ji wan re dibêjin ku agirbestek ji we re pêwîst e. Berê nedixwastin lê niha dixwazin.”

Her wiha Trump diyar kir ku ewê hejmara leşkerên xwe yên li Efganîstanê ku di navbera 13 û 14 hezaran e daxînin 8600 leşkerî û gotina ango “dibe ku em pir wêdetira wê jî biçin” kir lê heta niha tu tiştekî şênber diyar nekir.

Muzakereyên bi Talîbanan di meha Îlonê de bi carekî ji aliyê DYE’ê we hatibû sekinandin. Bi dirêjiya salekî di navbera DYE û Talîbanan de muzakere çêdibûn. Di demekî ku peyamên ango wê bi peymanekî dîrokî bi encam bibe dihate dayîn, roja 7 Îlonê Trump bi daxuyaniyekê hevdîtin dabû sekinandin. Trump ji bo wê nêzîkatiya xwe re êrîşa Talîban ku du roj beriya wê li Kabîlê pêk anîbû û di encamê de leşkerekî Amerîkî miribû û 11 jî birîndar bibûn, weke hincet nîşan dabû.

Trump di dema ziyareta xwe Ya Efganîstanê ji bo gotina “Em nêzî armancê bibûn, me dev jê berda”, dîsa mirina leşkerên xwe weke hincet nîşan da. Serokê DYE îdea kir: “Ji wê demê heta niha me ewqasî hişk li wana da ku heta niha ti wextî ewqas bihêz nehatibûn lêxistin.”

Talîbanan di hefteya bihorî du profesorê Awustralyayî û Amerîkî ku li Kabul’ê li zanîngeha Amerîka perwerde didan serbest berdabû. Hukûmeta Kabul’ê jî li beramberê dê 3 berpirsên payebilind ên Talîbanan serbest berdabû.